Kestî û balafirên ser ên Çînê girava Taywanê dorpêç kir
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Taywanê, ragihand ku 29 balafirên şer û 6 keştiyên şer ên Çînê li derdora Girava Taywanê hatine dîtin û hawîrdor hatiye dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê de, hatiye diyarkirin ku 13 balafir li herêma başûrê rojava di xeta Kendava Taywanê de firiyane û derbarê herêma başûrê rojava ya qada parastina asmanî bûne.
Herwiha Taywanê daye zanîn ku ew jî bi rêya asmanî û deryayî bi sîstemên moşekî dişopînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî (2-3 Tebax 2022) ya Taywanê, Çînê tetbîqatên leşkerî li derdora Taywanê dabûn destpêkirin ku rageşî gihîştibû asta şer. Çîn wê serdanê wekî binpêkirina serweriya xwe dinirxîne û Taywanê jî wekî beşek ji xwe dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin