51 balafirên Çînê ketin seha hewayê ya Taywanê

18 August 2022 22:09 0 dîtin
51 balafirên Çînê ketin seha hewayê ya Taywanê

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Taywanê (MND) ragihand ku 51 balafir û 6 keştiyên şer yên Çînê ketin nav seha hewa Taywanê (ADIZ) ê. Ji van balafiran 25 heb ji wan xeta sînor ya navberê darbas kirine. Wezaretê ragihand ku ew tevgerên Çînê dişopînin û weha got:

“Me sîstema ku sinyalan tevlihev dike xistiye dewrê û balafirên ku seha me îhlal kirine ji wan re hişyarî şandiye. Me sîstema hewayî ya parastinê xistiye nav tevgerê.”

Hat ragihandin ku di nav sîsteman de balafirsawarên Sky Bow III û balafirsawarên lûlecot yên 35 mm hene.