Amerîka: Balonên me neketine seha hewayî ya Çînê

13 February 2023 23:19 0 dîtin
Amerîka: Balonên me neketine seha hewayî ya Çînê

PeyamaKurd – Amerîkayê red kir ku balonên hewayî yên Amerîkayê ketine seha hewayî ya Çînê. Koordînatorê stratejiya konseya ewlehiya netewî ya Koşka Sipî ya Amerîkayê John Kirby red kir ku balonên wan yên bilind ku ketine seha hewayî ya Çînê û got:

“Em di ser Çînê de balonan nafirînin. Gotina min teqez raste. Têkiliyên me yên dîplomatîk bi Çînê re dewam dikin. Derfetên me hene ku em bi Çînê re di derbarê endîşên balonên casûsî de axaftinan bikin û ji xwe me endîşeyên xwe ji Çînê re gotine.”

Lê li aliyê dinê Çîn dibêje ku bi deh caran balonên Amerîkayê ketine seha hewayî ya Çînê.