Talîban: Amerîka seha me ya hewayî îhlal kiriye

30 March 2024 22:30 0 dîtin
Talîban: Amerîka seha me ya hewayî îhlal kiriye

PeyamaKurd – Rêvebiriya Talîbanê ragihand ku Amerîka bi balafirên bê ajotvan seha wan ya hewayî ya Afganistanê îhlal kiriye. Berdevkê Talîbanê Zebihullah Mucahid ji bo TOLO Newsê axifiye û gotiye ku Amerîka çend caran îhlala seha Afganistanê ya hewayî kiriye û divê Amerîka li ser mijarê ji dil raweste. Mucahid gotiye:

“Balafirên ku seha dewletên din yên nêz bikartînin û tên Afganistanê, bêguman yên Amerîka ne. Divê herkes di mijarê de îdraka berpirsiyariya xwe bike û îhlalê rawestîne. Divê ew welatên nêz, seha xwe ya hewayî bi Amerîkayê nedin bikaranîn.”

Talîbanê, berê jî ragihandibû ku li bajarên Qandaharê û Nimruzê balafirên bê ajotvan geriyane. Çend roje kî li ser sînorê Pakistanê heman balafir difirin.