Eger Tirkiye garantî bide seha Yûnanê îhlal neke wê Amerîka F-16 an bifrose Tirkiyê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden erê kiribû ku alîkariya Tirkiyê bike da kongra Amerîkayê balafirên F-16 an bifroşe Tirkiyê û balafirên heyî nûjen bike. Niha li Amerîka li ser mijarê axaftin tên kirin. Qanûna ji aliyê nûnerê Komarî yê Meclisa Nûneran Frank Pallone de hat pêşniyar kirin da Amerîka balafiran bifroşe Tirkiyê û yên heyî nûjen bike, hat tesdîq kirin. Qanûn hat tesdîq kirin lê şertekî danîn pêşiya Tirkiyê: Wê Tirkiyê seha hewayî ya Yûnanistanê îhlal neke.
Qanûn di meclisê de bi erêkirina 244 dengan hat qebûlkirin. 179 kes jî dengên xwe red bikaranîn. Mafê serokê Amerîkayê Joe Biden heye ku qanûnê red bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin