Ji bo ku li gel Ocalan hevdîtinê bikin, 2 rojnamegeran serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da
PeyamaKurd – Rojnameger Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglû ji bo ku biçin Girava Îmraliyê û li gel rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.
Li ser navê rojnamegeran Hevseroka Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle-Firatê Dîcle Muftuoglûyê daxuyaniyek da û got, “Em rojnameger nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dişopînin.”
Muftuoglûyê ev daxuyanî da:
“Gelek partiyan daxuyanî dan û me jî hewl da vê yekê ji raya giştî re ragihînin, hemû partî di weşana zindî de daxuyaniyan didin çapemeniyê.
Lê derfeta me nîne ku em rasterast daxuyaniyên Abdullah Ocalan ragihînin. Agahiyên qismî ji heyetên ku heta niha çûne di destê me de ne.
Ji loma, em rojnamegerên jin dixwazin serî li rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bidin ku aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye û em nêrînên wî yên li ser pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê hîn bibin.
Erka me rojnamgeran e ku civakê ronî bikin û li ser vê yekê em dixwazin pirsan ji wî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin