Partiya DEMê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê serî li wezaretê bide

26 November 2024 14:01 0 dîtin
Partiya DEMê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê serî li wezaretê bide

PeyamaKurd – Hevserokên Giştî yên DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari ji bo biçin Îmraliyê dê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bidin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan di civîna koma xwe ya heftane de diyar kir ku ji bo biçin Îmraliyê dê serî li Wezareta Edaletê bidin. Bakirhan, da zanîn ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dê serî li Wezareta Edaletê bidin û got, “Îro jî di koma MHPyê ya beriya me de ev yek hat nîqaşkirin. Lê piştrast bin, me amadekariyên xwe kiribûn. Ev tê wê wateyê ku hişê çareseriyê carinan bi heman rengî dixebite. Em ê li gel hevseroka xwe Tulay Hatimogullariyê îro serî li Wezareta Edaletê bidin û li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Serlêdana nû ya parêzeran a ji bo biçin Îmraliyê

Her wiha parêzerên Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kir. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Suzan Akîpa ve hat kirin. Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midîriyeta Saziya Cezayê ya Îmraliyê da, ji bo miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hevdîtinê pêk bînin jî serlêdan kirin.