Partiya DEMê pêsniyara ‘Efûya vesartî ya ji bo Ocalan’ da meclisa tirk
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re yê li Îmraliyê, hevdîtinên şandeya Partiya DEMê dewam dikin. Pêvajoya ku bi serdana Îmraliyê dewam dike ji aliyê Partiya DEMê ve pêşniyarqanûneke balkêş hat.
Pêvajoya ku bi hewldana Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo banga danîna çekan ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re li meclisa tirk dest pê kir û bi serdana şandeya DEMê ya Îmraliyê pêk hat, ji aliyê DEMê ve pêşniyarqanûnek balkêş hat.
Li gorî nûçeya Emîn Ozgonûl a di rojnameya tirk Sozcuyê de, pêşnûmeya ku ji aliyê Parlamentera Şirnexê ya Partiya DEMê Newroz Uysal Arslanê ve hatiye amadekirin, di 31ê Kanûna 2024an de sewqî Komîsyona Edaletê ya meclisa tirk hatiye kirin.
Di pêşnûmeqanûnê de weha hatiye gotin:
“Di raporên Tiba Edlî de serbestberdana girtiyên ku tê gotin nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bijîn, li ser îfadeya “xeterebûnê" ya dozger û hêzên hiqûqê tê astengkirin. Binpêkirina mafan ji ber ku biryara dawî ya taloqkirin an berdana girtiyên nexweş û mehkûmên nexweş dikeve ber dilovaniya hêzên hiqûqê û saziyên serbixwe nikarin çavdêriyê bikin Divê raya ku ji dozgeran re hatiye dayîn bê rakirin û raporên nexweşxaneyan esas bê girtin.”
Parlamentera Partiya DEM Aslanê di dema mizakereyên butçeyê de got, “Dengê xwe bidin azadî û ramanên Birêz Ocalan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin