Armanca PDK û YNKyê ew e ku di hevdîtinên hikûmetê de pirsgirêkan çareser bikin

07 December 2024 15:30 0 dîtin
Armanca PDK û YNKyê ew e ku di hevdîtinên hikûmetê de pirsgirêkan çareser bikin

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku du hêzên sereke yên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne, piştî hilbijartinên parlemanê yên di meha cotmehê de, amadekariya civîna duyemîn dikin.

Berdevkê YNKyê Seîdî Pîra diyar kir ku civîna yekem a di navbera her du partiyan de beriya niha hat lidarxistin û di rojên bihurî de dema civîna duyemîn jî hat diyarkirin.

Armanca civînê berdewamkirina gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ye. Pîra, hêviya xwe ji bo danûstandinên aram û avaker ji bo çareserkirina nakokiyan anî ziman û got, “Di civîna bê de dê li ser xalên nakok, dê nîqaş bên kirin.

Wî anî zimên, “Em hêvîdar in ku her du alî ji astengkirina danûstandinan bi rêya daxuyaniyên nerast dûr bisekinin.’