Kazimî dest bi hevdîtinên avakirina hikûmetê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê raspartî bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê Mustefa Kazimî ji bo avakirina kabîneya xwe dest bi danûstandinê bi aliyên siyasî re kir.
Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fûad Hûsên li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew bi Mustefa Kazimî re hatiye ba hev û li ser avakirina hikûmetê hevdîtin kirine.
Herwiha Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî serdana mala Serokê Parlamentoya Iraqê Muhamed Helbûsî ya Feluceyê kiriye û li ser hikûmeta nû danûstandin kirine.
Berhem Salih, 9ê Nîsanê Serokê berê yê Îstixbarata Iraqê Mustefa Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kiribû û Herêma Kurdistanê jî piştgirîya xwe ji bo wî ragihandibû.
Kazimî li gorî destûra Iraqê divê di nav 30 rojan de kabîneya xwe ava bike û ji parlamenê baweriyê bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin