Zurfî dest bi danûstandinên avakirina hikûmetê dike

22 March 2020 12:56 0 dîtin
Zurfî dest bi danûstandinên avakirina hikûmetê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê raspartî Ednan Zurfî îro dest bi danûstandinên bi aliyên siyasî yên Iraqê re dike.

Li gorî çavkaniyên medyayê Zurfî dê îro 22yê Adarê bi fraksiyonên ku serokwezîrtiya wî red kirine re jî hevdîtinan bike daku wan jî razî bike.

Hêjayî gotinê ye, bêhtir aliyên şîe ji destnîşankirina Ednan Zurfî nerazî ne, lê aliyên sûne piştgiriya wî dikin.

Herwiha herêma Kurdistanê jî hîn piştgiriya xwe bo Zurfî eşkere nekiriye, lê Zurfî di gotara xwe ya yekem de gotibû, ew dê pabendî berdewama rêkeftin û danûstandinên Hewlêr-Bexdayê be.