Spanya: Ji bo avakirina hikûmetê, encam bi dest neket

24 July 2023 13:30 0 dîtin
Spanya: Ji bo avakirina hikûmetê, encam bi dest neket

PeyamaKurd- Di Hilbijartinên Giştî yên ku duh li Spanyayê hatin rêvebirin de hat diyarkirin ku ji sindoqan encama ku hikûmet pê were avakirin, bi dest neket.

Li gorî hat diyarkirin, di hilbijartinan de ne tifaqa çep a desthilatdar a niha û ne jî partiyên rast ên opozîsyonê, piraniya parlamentoyê bi dest nexist. Her çend partiya rastgir a sereke ya opozîsyonê Partiya Gel wekî partiya yekem derketibe jî ji bo avakirina hikûmetê piraniya dengan bi dest nexist.

Di hilbijartinên Giştî yên pêşwext ên ku li Spanyayê hatin kirin de li gorî amarên fermî ji % 96ê sindoqan hatin vekirin û herdu partiyên siyasî yên çep û rastgir ên opozîsyonê nikaribûne encamekê bi dest bixin ku piraniya parlamentoyê pêk bîne û hikûmetê ava bikin.