Li gorî encamên destpêkê partiya Netanyahû nikare hikûmetê ava bike
PeyamaKurd – Encamên hilbijartinên Îsraîlê yên parlamentoyê (Knesset) ku doh birêve çûbû hêdî hêdî eşkere dibin.
Li gorî encamên destpêkê partiya Lîkud a Serokwezîr Benyamîn Netanyahû nikare bi serê xwe hikûmetê ava bike û kursiyê partiyên rastgir ên tifaqê bi Netanyahû re bikin jî dibe negihin asta damezrandina hikûmetê.
Medya Îsraîlê li ser encaman daye xuyakirin ku niha pêdiviya Netanyahû herî kêm bi 7 kursiyên din heye ku pêwîste Lîkud û partiyên rastgir ji 120 kursiyên parlamenê 61 kursiyan bi dest bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin