HILBIJARTIN - STENBOL | Li gorî encamên destpêkê ferq pir zêde ye...

23 June 2019 20:19 0 dîtin
HILBIJARTIN - STENBOL | Li gorî encamên destpêkê ferq pir zêde ye...

PeyamaKurd - Hilbijartinên dubare yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu û namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Binalî Yildirim hevrikiyê dikin îro 23yê Hezîranê birêve çûn.

Proseya dengdanê 08.00ê beyaniyê destpê kir û li demjimêr 17.00an bidawî bû. Piştî bidawîbûna dengdanê hejmartina dengan dest pê kir. Li gorî encamên destpêkê ferqeke pir mezin derketiye holê ku Ekrem Îmamoglu li dor 500 hezar dengan li pêş xuya dike.

Di hilbijartinê de 10 milyon û 560 hezar û 963 dengdêr, li 39 navçeyan di 31 hezar û 342 sindoqan de dengê xwe bikar anîn û porseya dengdanê heta demjimêr 17:00 dewam kir. 

Encamên nefermî yên destpêkê:

Encamên ku pêşî li ser torên medyayî hatin belav kirin wiha ne:

Demjimêr 19:05

SINDOQÊN VEBÛNE: %59,42 HEJMARA DENGAN: 18.531 DENGÊN GIŞTÎ: 5.198.840

EKREM İMAMOĞLU: %54,60 - 2.838.721

BİNALİ YILDIRIM: %44,37 - 2.306.768

FERQ GIHÎŞT 502 HEZAR DENGAN

Li gorî amarên herî dawî yên sindoqên vebûne li demjimêr 19:00an, ferqa dengan ji bo Îmamoglu gihîştiye 502 hezar dengan.

Ajansa Anadol a dewletê jî li gorî amarên dawî ragihand ku ji sedî 95ê sindoqan vebûne û ferqan navberê gihîştiye bêhtirî 700 hezar dengan.

SINDOQÊN VEBÛNE: %59,42 HEJMARA DENGAN: 18.531 DENGÊN GIŞTÎ: 5.198.840

EKREM İMAMOĞLU: %54,60 - 2.838.721

BİNALİ YILDIRIM: %44,37 - 2.306.768

Tê nûkirin...