Komisyona Hilbijartinê: Encamên destpêkê wê pistî 24 saetên dengdanê bêne ragihandin
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku piştî bidawîbûna dengdanê piştî 24 saetan wê encamên destpêkê bên ragihandin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan derbarê hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê de ku roja Yekşemê 20ê Cotmeha 2024ê hat lidarxistin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku encamên hilbijartinê yên seretayî dê 24 saetan piştî bidawîbûna dengdayînê bên eşkerekirin û wiha hat gotin: "Dibe ku hûn di vê mijarê da bi nûçeyên xapînok ra rû bi rû bimînin, beriya ku nûçe biweşînin ji rastbûna nûçeyê bisekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin