Encamên destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Encamên destpêkê yên ji % 94ê dengan ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hatin eşkerekirin û heta niha Erdogan li pêş Kiliçdaroglu Ye.
Li gor Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan Ahmet Yener ragihand, li gorî encamên destpêkê Recep Tayyîp Erdogan % 49.9 ê deng bi dest xistine, Kemal Kiliçdaroglu jî % 44.7 deng wergirtine. Herwiha Sînan Ogan ji % 5,29 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,43 deng bidest xistine.
Derbarê partiyên ku benda % 7 derbar kirine de, Yener da zanîn ku AK Partî, MHP û Yenîdan Rafah ji % 7 zêdetir deng wergirtine. Herwiha CHP û IYI Partî yên di nava Tifaqa Miletê de, Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkerên Tirk a di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de jî ev bend derbas kirin.
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan eşkere kir, heta encamên dawî neyên eşkerekirin, ew nizanin wê hilbijartinên serokomariyê derbasî gera duyem bibe yan na.
Roja Yekşemê 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê ji saet 8:00 heta saet 17.00ê êvarî hatin kirin û rêjeya beşdariyê jî % 88.
Li gor yasayê, eger di gera yekem de her namzedekî serokomariyê zêdetir ji % 50 ê dengan bidest nexist, hilbijartin diçe gera duyem ku biryar e roja 28ê Gulanê di navbera her du namzedên ku herî zêde deng bidest xistin de were kirin.
Pêşbirka sereke di navbera namzedê tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu de ye, ji bo bigihin Koşka Çankayayê û 5 salan di posta serokomariyê de bimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin