Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên destpêkê hatin parvekirin!

14 May 2023 20:30 0 dîtin
Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên destpêkê hatin parvekirin!

PeyamaKurd- Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ya ku vê sibehê dest pê kiribû, û êvarê hat bidawîkirin, piştî rakirina qedexeya weşanê, peyder pey dane tên parvekirin.

Di derbarê encamên dengdayîna hilbijartinan de ANKAyê dane parvekirin û li gorî van daneyên destpêkê, heta niha ji %2,82 sindoq hatine vekirin.

Li gorî encamên destpêkê yên ajansa nûçeyan a ANKAyê, Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayîp Erdogan, ji % 49,81ê dengan girtine.

Li gorî encamên ku Ajansa Anadoluyê parve kirin jî dengên Erdogan ji % 59,47 e.

ANKAyê rêjeya dengên namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wekî ji % 45,09 û Ajansa Anadoluyê jî ji % 34,79 parve kir.

Her wiha li gorî daneyên ku Ajansa Anadoluyê di destpêkê de dan, Dengên Erdogan ji % 60 bû lê belê di kêliyên dawî de ev rêje daket ji %56an. Li aliyê din Kemal Kiliçdaroglu ji % 33yan dest pê kiribû û derket derdora ji % 38an.

Li gorî daneyên ANKAyê, dengên namzedê Tifaqa Atayê Sînan Ogan li gor ANKAyê ji % 4,55 û li gorî Ajansa Anadoluyê jî ji % 4,60 hat tomarkirin. 

Dengê Namzedê Partiya Memleket Muharem Înce yê ku ji namzetîyê vekişîya jî ji % 0,55 hat diyarkirin. Lijneya Bilind a Hilbijartinê ragihandibû ku her çend Înce xwe ji namzediyê vekişandibe jî dê dengên Înce derbasdar bên dîtin.