Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên dawî çawa ne?

15 May 2023 01:36 0 dîtin
Hilbijartinên Tirkiyeyê: Daneyên dawî çawa ne?

PeyamaKurd- Di berdewamiya proseya hejmartina dengan a Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê de daneyên ku li ser nîqaş tên kirin, tên parvekirin.

Daneyên hejmartina dengan, li aliyekê li gorî encamên girtekên bi destnîşanên şil ji aliyê opozîsyona Tirkiyeyê ve tên ragihandin li aliyê din jî ji aliyê ajansên nûçeyan ve tên parvekirin ku ev encam ji aliyê oposîzyonê ve tên redkirin.

Li gorî daneyên bi girtek, encam ev in:

Li gelemperiya Tirkiyeyê, ji %94,4ê sindoqan hatiye hejmartin. Li gorî daneyên vê hejmarê;

Kemal Kiliçdaroglu ji % 47.7, Recep Tayîp Erdogan ji % 45.8ê dengan girtine.

Li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê jî ji % 96.91ê sindoqan li gelemperiya Tirkiyeyê hatine vekirin û encamên dengên ji bo namzedên serokomariyê ev in:

Recep Tayip Erdogan: Ji % 49.60

Kemal Kiliçdaroglu: Ji %  44.65

Sînan Ogan: Ji %0.44