Encamên yekem rapirsiya pistî hilbijartinê eskere bûn: Rêza partiyan guherî!
PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, encama yekem rapirsiya piştî hilbijartinan hate eşkere kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) bûye partiya yekemîn, AK Partî bûye duyemîn û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 10.5ê dengan bûye partiya sêyemîn li Tirkiyê.
Di rapirsiyê de pirsa “Vê yekşemê hilbijartin çêbê hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn.
Ji rapirsiyê piştî dabeşkirina dengên bêbiryaran ev encam derketine:
CHP: ji sedî 35.2
AKP: Ji sedî 29.8
DEM Partî Ji sedî 10.5
MHP: Ji sedî 7.7
YRP: Ji sedî 5.7
Partiya ÎYÎ: Ji sedî 4.0
Partiya Zaferê: Ji sedî 3.4
TÎP: Ji sedî 0.9

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin