Peyama yekem a Trump pistî hilbijartinê: Ez li her derê dibihîzim ku em pir bas diçin
PeyamaKurd – Namzedê Serokomariyê Donald Trump ê ku li DYA pêşengiya hilbijartinan dike daxuyaniyeke din da. Trump di peyama xwe ya bi vîdeoyê de wiha got: "Silav silav Komarparêzan. Em pir baş in. Ger hûn di rêzê de bin, di rêzê de bimînin. Em ê bibin xwedî serkeftinek mezin."
Encamên ewil ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji bo hilbijartina serokomarê 47emîn çû ser sindoqan, namzedê Komarî Donald Trump kêfxweş kir. Li gorî encamên nefermî, Trump li hemberî namzeta Demokrat Kamala Harris di pêşbirka hilbijartinê de pêşengiyê dike.
Trump: Em ê serkeftinên mezin bi dest bixin
Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nû da. Trump peyamek vîdyoyê parve kir û got:
"Silav silav Komarparêzan. Em pir baş in. Ger hûn di rêzê de bin, di rêzê de bimînin. Nehêlin we ji rêza hilbijartinê derxînin. Deng bidin. Di rêzê de bimînin, ew nikarin tiştekî bikin. Em ê serkeftinên mezin bi dest bixin."
"Ez dibihîzim ku em li her derê pir baş diçin."
Li aliyê din namzedê Komarî yê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Florîda dengê xwe da. Trump piştî dengdayîna bi hevjîna xwe Melania Trump re daxuyanî da çapemeniyê. Trump diyar kir ku Komarparêzan bi tundî deng dane. Trump got, "Ez dibihîzim ku em li her derê pir baş diçin. Ez difikirim ku em ê îro serkeftinek mezin bi dest bixin."
"Ez difikirim ku yên ku wekî din îdîa dikin dîn in."
Trump derbarê ku ew ê encamên hilbijartinê qebûl bikin an na heke têk biçe, wiha got: "Ez kesên ku berevajî vê yekê îdia dikin dîn dibînim. Heke hilbijartineke adil çêbe û ez têk herim, ez ê bibim yê pêşî ku qebûl bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin