Pistî êrîsê yekem mîtinga Trump: Min ji bo demokrasiyê gule xwar!
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Partiya Komariyan a hilbijartinên seroktiyê Donald Trump, piştî hewldana sûiqestê di mîtingekê de, yekem mîtinga xwe ya piştî birîndarbûnê li dar xist.
Trump di mîtinga pilbijartinê ya bajarê Grand Rapids a eyaleta Michigan de axivî û bal kişand ser ku wî ji bo demokrasiyê gule xwariye.
Trump got ku “dibû ez ne li vir bûma, lê tiştekî wiha taybet çêbû ku niha tenê bi alîkariya Xwedayê Mezin li hemberî we me.”
Trump di axaftina xwe da diruşma, “Emê bihevre şer bikin û bi ser bikevin” anî ziman û got, “Û emê qezenc bikin, qezenc bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin