Trump pistî êrîsê hevdîtinên ku bi dizî bên kirin betal kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşa li Kabîl a Afganistanê ku leşkerî Amerîkî jî hat kuştin, ragihand ku wan hevdîtinên bi Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî û rayedarên din re hatibû plankirin bi dizî werin kirin hatine betalkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, "Wê hin rayedarên Talibanê û Serokomarê Afganistanî vê yekşemê bihatina Camp Davidê. Ew îşev dihatin Amerîkayê. Lê mixabin wan şaşîyek mezin kir û êrîşa ku 11 kes û leşkerekî me li Kabîlê hat kuştin li xwe girtin. Min ev hevdîtin derhal betal kir û hevdîtinên aştiyê rawestand.”
Trump, herwiha da xuyakirin, Talibanê bi vê êrîşê re avantajek ji dest daye û ne xwediyê hêza gotûbêjên bo aştiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin