Trump pistî êrîsê bi guhê pêçayî cara yekem derket pêsberî gel
PeyamaKurd – Namzedê Komarî yê hilbijartinên seroktiyê û Serokê berê yê Amerîkayê Donald, piştî êrîşa çekdarî ya hewldana sûîqestê cara yekem derket pêşberî gel.
Trump li bajarê Milwaukeeyê beşdarî Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarpariyan bû û beşdaran ew bi çepikan pêşwazî kir.
Dema Trump derket ser dikê guhê wî yê birîndar bûbû pêçayî bû û cîgirê wî yê hilbijartinên seroktiyê J.D. Vance jî bi wî re beşdarî kongreyê bû.
Donald Trump roja Şemiyê di mîtînga Pensîlvanyayê de rastî êrîşeke çekdarî hatibû ku di wê êrîşê de êrîşkar hatibû kuştin, 2 kes jî birîndar bûbûn.
FBIyê ragihandibû ku kesê hewla suîqestê kiriye li cihê bûyerê hatiye kuştin û navê wî Thomas Matthew Crooks ê 20 salî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin