Encamên hilbijartinên Neynewa diyar bûn: PDK bû partîya yekem
Peyama Kurd - Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên civatên parêzgehan ragihand. Komîsyonê da zanîn ku li Neynawayê 906 hezar û 294 dengên resteqîn hatine jimartin û wê ev hejmar li ser 29 kursiyên civata parêzgehê bêne parvekirin.
Li gor daneyên komîsyonê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çar kursîyan bi dest xistîye.
Komisyona Bala ya Hilbijartinan diyar kir ku piştî serrastkirina skalayan li parêzgehê encam bi vî awayî bûye:
Hejmara giştî ya dengan 906 hezar û 294 deng bûn û li ser 29 kursiyan tên parvekirin.
19 kursî ji bo mêran, 7 kursî ji bo jinan û 3 kursî jî ji bo kotaya pêkhateyan in.
Li gor daneyên komîsyonê, encam û parvekirina kursîyan li partîyan wiha ye:
Hevpeymaniya Peymana Niştîmanî 87 hezar û 391 deng û 3 kursî.
Siyade 75 hezar û 74 deng û 2 Kursî.
Hevpeymaniya Pêşkeftina Niştîmanî û Teqedûmê 74 hezar û 188 deng û 2 kursî.
Hesma Niştîmanî 61 hezar û 662 deng û 2 kursî.
Hevpeymaniya Hedbaya Niştîmanî 61 hezar û 364 deng û 2 kursî.
Nasnameya Niştîmanî 54 hezar û 791 deng û 2 kursî.
Yekîtiya Gelê Neynawayê 50 hezar û 606 deng û 2 kursî.
Hevpeymaniya Ezmê 46 hezar û 648 deng û 1 kursî.
Partiya Niştîmanî ji bo Nûbûnê 43 hezar û 657 deng û 1 kursîl.
Mihemed Arif Yûsiv Qember Şebekî/ Şebek 14 hezar û 440 deng û 1 kursî.
Îdan Şivan Şiro Silêman / Êzidî 6 hezar û 582 deng û 1 kursî.
Tevgera Babîlonê ya Mesîhî 6 hezar û 195 deng û 1 kursî.
Herwiha Komisyonê ragehand ku namzedê lîsta PDKê Ahmed Nazim Dûberdanî 9 hezar û 158 deng, Ahmed Kenan Ebdulxefûr 8 hezar û 234 deng, Faris Sidîq Birîfkanî 7 hezar û 580 deng, Êrîvan Mehdî Hacî Elo 6 hezar û 517 deng wergirtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin