Encamên fermî yên hilbijartinên Tirkiyê diyar bûn

04 July 2018 21:05 0 dîtin
Encamên fermî yên hilbijartinên Tirkiyê diyar bûn

PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Hilbijartinê li Tirkiyê (LBH) Sadî Guven diyar kir ku hilbijartin biencam bû û da zanîn Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 26 milyon û 330 hezar û 823 deng (ji sedî 52,59) deng sitendin.

Serokê LBHê Guven da zanîn ku mezbataya der barê encamên teqez ên hilbijartina parlementeriyê û ya derbarê wek Serokkomar hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan îro dê di saet 18.30yê de teqdîmê Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bikin.

Guven da zanîn ku li gor encamên teqez ên hilbijartinê di hilbijartina Serokomariyê de ji namzedan Înce ji sedî 30,64, Akşener ji sedî 7,29, Demirtaş ji sedî 8,40, Karamollaoglu ji sedî 0,89, Perînçek jî ji sedî 0,20 deng sitandin.

Serokê LBHê Guven da zanîn ku li gor encamên teqez ên parlementeriyê AK Partiyê 295, CHPê146, HDPê 67, MHPyê 49, IYI Partiyê 43 parlementer derxistin.

Li gor encamên teqez ên hilbijartinê AK Partiyê ji sedî 42, 56, MHPyê ji sedî 11.10, CHPyê ji sedî 22,65, HDPyê ji sedî 11,70, IYI Partiyê jî ji sedî 9,96 deng sitand.