Li gorî encamên hilbijartinan PDK li ser asta Iraqê partiya yekemîn e

21 October 2021 18:01 0 dîtin
Li gorî encamên hilbijartinan PDK li ser asta Iraqê partiya yekemîn e

PeyamaKurd - Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê belav kiriye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser asta Iraqê partiya yekemîn e ku piraniya dengdan bi dest xistine.

Li gor dengên dengderan, li ser asta Iraqê herî zêde Tevgera Sedir deng bi dest xistine û ew hevpeymanî ye ango partî û aliyên din ên siyasî tê de cî digirin.

Lê belê PDKê piştî Tevgera Sedir herî zêde deng bi dest xistine û weke partî jî li ser asta Iraqê yekem e.

Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê dengên hemû aliyên siyasî wiha ye:

Namzedên serbixwe: 1.716.860 deng

Tevgera Sedir: 885.317 deng

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 764.416 deng

Hevpeymaniya Teqedum: 638.066 deng

Hevpeymaniya Dewleta Yasa: 502.196 deng

Hevpeymaniya Feth: 444.762 deng

Hevpeymaniya Ezm: 417.415 deng

Hevpeymaniya Kurdistanê: 364.829 deng

Tevgera Îmtîdad: 299.299 deng

Peymana Niştimanî: 235.733 deng

Hevpeymaniya Hêza Dewletê: 234.965 deng

Tevgera Nifşê Nû: 234.314 deng

Hevpeymaniya Tesmîm: 130.071 deng

Qadîmûn: 126.411

Hevpeymaniya Nesr: 125.068 deng

Hevpeymaniya Bernameya Niştimanî: 107.654 deng

Îşraqeya Kanûn: 100.371 deng

Tevgera Maf: 95.372 deng

Hevpeymaniya Îqtîdara Niştiman: 73.220 deng

Komela Dadgerî: 64.156 deng