‘Posta qeymeqamtiya Singalê li gorî encamên hilbijartinan mafê PDKê ye’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, biryara doh 26ê Nîsanê ya derbarê erkdarkirina Parêzgarê Neynewayê ji bo bicihanîna erkên Qaymeqamtiya Şingalê hilweşandiye û tê çaverêkirin kesekî din bo wê postê were diyarkirin.
Endamê parlamentoya Iraqê û qaymeqamê berê yê Şingalê Mehma Xelîl piştrast kir ku biryara erkdarkirina parêzgeha Mûsilê wek wekîlê Qeymeqamiya Şingalê û ji bo bicihanîna erkên wê, ji aliyê Kazimî ve hatiye hilweşandin.
Mehma Xelîl dibêje: “Li gor encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê, di sala 2021 Partiya Demokrata Kurdistanê 3 kursiyên parlamentoyê yên Şingalê misoger kiriye. Berê jî PDK di nav encamûna Şingalê de xwediyê piraniyê bû, lewra posta Qeymeqamiya Şingalê mafê PDKê ye û bêyî PDK biryar li ser nayê dayîn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dawiya sala 2020an ji bo asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê jî pêwîst bû îdareyeke nû bo Şingalê were diyarkirin û hêzên wê yên asayîşê jî ji xelkê deverê werin pêk anîn. Lê belê heta niha ew rêkeftin nehatiye bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin