Sêx Samo: Li gorî rêkeftinê wê li Singalê Ala Kurdistanê jî bê bilindkirin
PeyamaKurd - Şîretkarê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di karûbarên êzîdiyan de, Şêx Şamo derbarê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de got, wê li Şingalê li kêleka alaya Iraqê, alaya Kurdistanê jî were bilindkirin.
Şîretkarê serokê hikûmetê di karûbarên êzîdiyan de, Şêx Şamo ji malpera fermî ya PDKê re daye xuyakirin, li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê, nabe ti hêzek xwe bi ser Şingalê de bisepîne. Ji xwe rêkeftin jî bo xebat û rêveberiya hevbeş ya her du hikûmetan e.
Şêx Şamo gotiye, di çarçoveya rêkeftinê de li kêleka alaya Iraqê alaya Kurdistanê jî dê were bilindkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin