Kampên Êzidiyên Singalê yên li Kurdistanê nayê girtin!

18 July 2024 20:02 0 dîtin
Kampên Êzidiyên Singalê yên li Kurdistanê nayê girtin!

PeyamaKurd – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryar dabû ku heta 30yê Tîrmehê hemû kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bên daxistin.

Hate ragihandin ku kampên Kurdên Êzidî ku ji ber komkujiya DAIŞê ya 2014an ji Şingalê koçberî Kurdistanê bûne nayên girtin.

Berpirsê Îdareya Koçberan a Duhokê Pîr Deyan Pîr Cafer ragihand ku Bexdayê ew biryar bêyî şêwra Rêveberiya Herêma Kurdistanê û koçberên Şingalê daye û niha ji bo mekanîzmeyeke guncav bê peydekirin danûstandin tê kirin.

Cafer got: “Kamp hîn wekî xwe dimînin û ev biryar rawestiyaye.”

Herwiha Cafer da zanîn ku hejmarek Êzidî vegeriyabûn Şingalê lê ji bor hebûna PKKê, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê neçar mane dîsa vegeriyane kampan.