Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Koçberên çûne Singalê dixwazin vegerin kampên Kurdistanê

07 February 2021 20:27 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Koçberên çûne Singalê dixwazin vegerin kampên Kurdistanê

PeyamaKurd – Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê Pîr Deyan Ceifer ragihand ku koçberên Şingalê yên ku vegeriyane Şingalê, dixwazin dîsa vegerin kampan.

Pîr Deyan Ceifer ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew koçberên Şingalê yên ku beriya niha vegeriyabûn Şingalê, poşman bûne û dixwazin dîsa vegerin kampan û wekî sedem jî nebûna xizmetguzarî û xirabiya rewşa ewlehiyê nîşan da.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn, rojane ew malbatên ku vegeriyane Şingalê, pêwendî bi wan re dikin û daxwaz dikin dîsa vegerin kampên Herêma Kurdistanê.

Pîr Deyan Ceifer diyar kir, vegeriyana wan jî ne hêsan e, ji ber ku dema vedigerin êdî navê wan wek koçber nayê tomarkirin, ev jî wan tengav dike. Loma ew hewl didin rêyek bo wan bê dîtin ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye.