Dêzgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêswaziya koçberên Efrînê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşên komên çekdarên opozîsyona Sûriyê bi ser Til Rifat û Şehbayê de, vegera koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
Li gorî çavkaniyên herêmê di 4emîna vegerandina koçberan de, îro 5ê Kanûnê bi sedan malbatên din derbasî Efrînê bûn û ji aliyê Rêxistina Xêrxwaziya Barzanî ve hatin pêşwazîkirin. Herwiha pêla koçberiya neçarî ya duyem ji bo bajar û bajarokên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de jî bênavber berdewam dike.
Nivîsgeha Dezegeha Xêrxwazî ya Barzanî ya Efrînê ragihandiye ku 4emîn roj e pêşwazîyê li malbatan dikin û alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.
Tîmên Dezegeha Xêrxwazî ya Barzanî, pişkinînên pizîşkî li koçberên nexweş dikin û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan dikin.
Rêxistina Efrînê Partiya Demokrata Kurdistanê Sûriya jî ragihandiye ku di 3 rojan de 25-30 hezar koçberkirî derbasî Efrînê bûne û otobus şandine Şehbayê da ku malbatên asê mane vegerin Efrînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin