Ji Dêzgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya perwerdehiyê bo zarokên Kifrî û Xaneqînê
PeyamaKurd - Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ji bo başkirina rewşa perwerdehiya zarokan, hejmareke berçav mase û kursiyên rûniştinê û amûrên hênik kirinê bo xwendevanên sînorê bajarê Kifrî û Xaneqînê pêşkeş kir.
Berpirsê Ofîsa Germiyanê ya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Sebah Elî derbarê wan alîkariyan de got, “Di çarçoveya çalakiya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li navendaên xwendinê de, ji bo başkirina rewşa perwerdê li devera Germiyanê helmetek birêve çû û 210 mase û kursiyên rûniştinê û 20 amûrên hênik kirinê bo xwendevanên sînorê rêveberiya giştî ya perwerdeya Germiyanê li perwerdeya qeza Kifrî û Xaneqînê hatin dabîn kirin.”
Sebap Elî diyar kir, li ser daxwaza perwerdeya Kifrî doh 210 mase û kursiyên rûniştinê yên xwendinê gihîştin dibistanên Kifrî û li ser wan xwendevanan hatin dabeş kirin, ku pirsgirêka nebûna rehle hebû.
Herwiha Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî 20 amûrên hênik kirinê jî ji bo dibistanên sînorê perwerdeya Xaneqînê dabîn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin