"Keç û kurên Kurdistanê ji bo Azadkirina Singalê gorî bûn"

03 August 2018 22:27 0 dîtin
"Keç û kurên Kurdistanê ji bo Azadkirina Singalê gorî bûn"

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di salvegera karesata Şingalê da peyamek weşand û komkujî careke din bibîr anî.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê dişînim."

Serok cih da van nirxandinên giring:
"Di dema rûdana wê jenosaydê de, hemû xelkê Kurdistanê li gel xuşk û birayên Êzdî da êş kişandin, her ji bo wê yekê kur û keçên me yên ji hemû Kurdistanê hatin û giyanê xwe ji bo azadkirina Şingalê gorî kirin.

Xuşk û birayên Êzdî beşekî veneqetiyê gelê Kurdistanê ne û hîç rewşeke sepandî jî nikarê wan ji gelê xwe veqetîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina revandiyan hemû hewlekî xwe daye û hejmarekî zêdeyê ji wan vegerandiye, lê belê peydakirin û vegerandina tevahiya revandiyan û asayîkirina rewşa Şingalê û avadankirina wê, erkekî hemû aliyane û hevbeş û herî li pêş jî nihaye û pêwîste bi lez bê kirin."