Wezareta Herêma Kurdistanê, li ser koçberên Singalê daxuyanî da
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rexneyên tund li daxuyaniyên Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê hat kirin. Ji aliyê wezaretê ve hat diyarkirin ku sedema ku koçberên Şingalên venagerin, pirsgirêkên pêknehanîna rêkeftinê ye.
Di daxuyaniya ku îro ji aliyê wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de bersiva daxuyaniyên Wezîrê Koç û Koçberan ên Iraqê yên li ser sedemên venegera koçberên Şingalê hat dayîn û bi vî awayî bertek hatin nîşandan:
“Cihê mixabiniyê ye ku Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê li şûna ku sedemên sereke yên venegera koçberan û astengiyên li pêşiya rêkeftina Şingalê nîşan bide, ketiye zêdegaviyê û daxuyaniyên neberpirsiyar û bêbingeh ji bo armancên siyasî belav dike.
Ev nêrîn û daxuyaniyên bi vî rengî, veşartina daxwazên koçberan û rastiyan e û xizmeta rewşa koçberan û asayîkirina jiyana wan nake.”
Wezaretê, sedema venegera koçberan bi hebûna hêzên neyasayî li Şingalê û bicihnehanîna rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de girê da û got,
“Mixabin, heta niha û bi navê dabare avakirinê, alîkariya madî hîn jî ji hêz û milîsên neqanûnî re tê pêşkêşkirin. Heger Wezîrê Koç û Koçberan û hevkarên wî ewqas rastgo ne û li ser jiyana koçberan dilgiran in, bila werin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kar bikin, wê demê dê dubare avedankirin hêsantir bibe û dê di xizmeta koçberan û asayîbûna jiyana wan de be.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevaniya vegera xwebexş û serbilind a koçberan ji bo cih û warên xwe dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin