Mesrûr Barzanî: Rêyên Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên navdewletî têne çêkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3yê Hezîranê kevirê bingehîn ê rêya Baedrê-Êtîtê danî ku rêyeke bi dirêjiya 26 kîlometre û bihayê 135 milyar û 584 milyon dînaran tê çêkirin e. Bi temambûna projeyê re, wê tevahiya rêya Duhok-Hewlêrê bibe du alî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn de ku Mîrê Rûhanî yê Êzidiyan jî beşdarî kir de, got ku projeya ew kevirê bingehîn ji bo wê datînin, projeya rêya Baedre-Êtîtê ye ku yek ji wan projeyên pêwîst e û beşeke girîng a projeyê, girêdana parêzgehên bi rêyên standard û baş dike.
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Temamkirina vê rêyê dê gelek xizmet bigihîne welatiyên Baedrê, Şêxan, Dihok, Hewlêr û Kurdistanê bi giştî. Hewldanên me destpêka başkirina tora rê û berferehkirina otobanan li seranserê Herêma Kurdistanê ne. Bi alîkariya pisporên biyanî û şiyanên navxweyî me dest bi rêkarên çêkirina rêyên Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên navdewletî kiriye.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Di heyama salên borî de, tevî hemû zehmetiyên darayî û aborî me dest ji karên çêkirina rêyan berneda. Bêguman bi başbûna rewşa aborî û darayî re, emê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku van projeyan berfirehtir û bileztir bicih bînin. Mîna gelek warên din, çanda bikaranîn û serederîkirina ligel rêyan gelekî girîng e.”
Serokwezîr Barzanî wiha pê de çû: “Erkê hikûmetê ye ku bi awayekî herî baş rêyan dirust bike û bixe xizmeta welatiyan. Di heman demê de erkê welatiyan e ku rênmayên trafîkê li ber çavan bigirin û xwe û xizmên xwe biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin