Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Di encamên pistrastkirî de guhertineke cidî çênebû

24 December 2023 15:33 0 dîtin
Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Di encamên pistrastkirî de guhertineke cidî çênebû

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, piştî temambûna hejmartina dengên hilbijartinên parêzgehan ên 18ê Kanûnê ragihand ku ti guhertineke cidî di encaman de çênebûye.

Di daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê de hate gotin: “Komîsyona Hilbijartinan operasyona hejmartin û rêzkirina bi destan a dengan li hemû parêzgehan temam kiriye.”

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl berî niha ji ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) re gotibû: “Heta roja yekşemê wê hemû navendên operasyonên hejmartin û rêzkirina dengdanê temam bibe ku 118 giliyên hatine pêşkeşkirin zelal bûne û pêwendiya 55 gilîyan jî bi dengdana taybet re heye û 63 gilî jî ji bo dengdana giştî hatine kirin.”