PDKê lez da xebatên avakirina hikûmetê: Civînên Silêmaniyê dest pê kirin
PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 17ê Mijdarê di çarçoveya danûstandinên li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, serdana Silêmaniyê kir.
Şanda PDKê ya ji Azad Berwarî, Cehfer Emînkî, Mihemed Mehmûd, Hêmin Hewramî û Umêd Sebah pêk tê, pêşî serdana polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) kir.
Endamên polîtbûroya YNKê Hakim Qadir, Sedî Pîre, Lahur şêx Cengî, Ednan Mihemed û Şoreş Îsmaîl pêşwazî li şanda PDKê kir û hat ragihandin ku civîna dualî ya herdu partiyan destpê kir.
Li gor zanyariyan di hevdîtinên avakarina hikûmeta Kurdistanê de, mijarên sereke awayê beşdarbûna hikûmetê û diyarkirina wezîran e.
Hat zanîn ku dê şanda PDKê piştî YNKê, li Silêmaniyê bi Tevgera Goran re jî li ser avakirina hikûmetê û beşdariya wan civînekê saz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin