Qubad Talabanî: “Hindik maye em bi PDKê re ji avakirina hukumetê li hev bikin”
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser avakirina hukumeta nûh ya Herêma Kurdistanê got ku hindik maye bi PDKê re li ser avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê li hev bikin. Talabanî got ku hevdîtinên ji bo avakirina hukumetê dewam dikin û pêngavên baş avêtine.
Talabanî, ragihand ku bi PDKê re, li ser hinek meseleyan li hev kirine û mijar hene divê li ser wan hevdîtin bên kirin. Talabanî ragihandina xwe di Foruma Elektronîk ya Ewlehiyê-2025 de kir û behsa damezrandina hukumeta Herêma Kurdistanê ya 10em kir. Talabanî got:
“Civîn û hevdîtinên me dewam dikin. Di mijarê de pêngavên baş hatin avêtin. Heyetên her dû terefan di asta siyasî û teknîk de gelek civînan kirin. Ez difikirim ku pêvajo başe û baş dimeşe, em ê bigihên encamê û wê hukumetekî me ya nûh hebe. Me li ser hinek babetan li hev kir û li ser babetên din hevdîtin dewam dikin û nêze em li hev bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin