Berpirsa PDKê bo tomara dengê ‘Bafil û Qubad Talebanî’: Xalên PDKê red kirine bi tomara deng hev digirin

08 October 2024 18:53 0 dîtin
Berpirsa PDKê bo tomara dengê ‘Bafil û Qubad Talebanî’: Xalên PDKê red kirine bi tomara deng hev digirin

PeyamaKurd - Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf tomara dengê ‘Bafil û Qubad Talebanî’ ya li ser plana sextekariya li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û destwerdanên derve nirxand û got, “PDKê beriya niha ji ber dîzanya biyanî beşdariya hilbijartinan red kiribû ku tomara dengî ya îro belav bûye nîşaneke wê ye”.

Eşwaq Caf di bultena K24ê re de gotiye: “Herêma Kurdistanê naçe bin barê ti biryareke derve, pêngav tenê ji bo berjewendiyên xelkê Kurdistanê têne avêtin û bergirî ji qewareya Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Endama Komîteya Navendî ya PDKê diyar kir, “Dema PDKê got ku tevlî hilbijartinan nabe, redkirina wan xalan bû yên ku bûne belge ew hilbijartin bi dîzayneke biyanî tê bicihanîn û bi îradeya Kurdistanî re nîne. Ew xalên PDKê red kirine bi wê tomara dengî ya ku îro belav bûye re hev digirin.”

Caf got, “Kesûkarên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman hêla sor in, wan ev azadî ji bo Kurdistanê bi dest xistiye. Ew kursiyên endamên parlamenê yên Kurd li Bexdayê li ser rûdinin bi xwîna şehîdan bi dest ve hatine.”

Li ser hewlên sextekariyê bi dîzayna biyanî di hilbijartinan de û Caf wilha axivî: “PDK bi çi rengan xelkî nawestîne û bê belge naaxive, pêdivî ye ne tenê aliyên Kurdistanî belkî yên ku erkê navdewletî jî heye, wekî Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê û Civaka Navdewletî, dikarin biselimînin ka ew dengê belav bûye rast e an na, lewma ne wekî aliyên siyasî belkî ew aliyên bi biryara Hikûmeta Iraqê ji bo çavdêriya proseya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û astê zelaliya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hatine wê yekê biselimînin.”

Eşwaq Caf tekez kir, “Em tekezê li ser bicihanîna proseya hilbijartinan di dema wê de dikin, lê em dubare dikin ku divê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê û Civaka Navdewletî rolê xwe di parastina zelaliya proseya hilbijartinan û rêgirtina li sextekariyê de bibînin, divê çavdêriya navdewletî bê danîn ji bo ku rê bi çi aliyên derve neyê dan ku destwerdanê di hilbijartinan de bikin û îradeya dengderên Kurdistanê ji bo aliyekî diyarkirî werbigirin. Divê xelkê Kurdistanê bi xwe dengê xwe bide, pêkhate jî dengê xwe bi nûnerên xwe yên rastîn bidin, ne ku aliyekî din bi çekê li ser wan ferz bike ku dengê xwe bidin kesekî.”

Herwiha Caf da zanîn, “Piştî sala 2003ê, tenê rûyê hin ji siyasiyan hatiye guhertin lê awayê fikirîna wan hêşta navendî ye.. Herêma Kurdistanê naçe bin barê biryara çi welatekî herêmî an jî derve.”

Dawiyê jî Endama Komîteya Navendî ya PDKê got: “Ji bo nehiştina pêşketin û aramî û avedaniya Kurdistanê, bi piştrastî ve dê penayê bibin ber têkdanê ji bo nehiştina yekrêziya navmala Kurdan û lêdana pêkvejiyana Kurdistanê, lewma zarokên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan û Pêşmergeyên qehreman rê nadin têkdana deverên din bînin Kurdistanê, ji ber wê yekê jî dê dengê xwe bidin Partiya Demokrata Kurdistanê.”