Nêçîrvan Barzanî: “Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin, dengên xwe bidin PDKê”

10 October 2024 22:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: “Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin, dengên xwe bidin PDKê”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê û hem cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berya hilbijartina parlementoya Kurdistanê ragihand ku vateya PDKê; refah û hûzûre û ji bo Kurdistan destketiyên xwe biparêze, divê hemwelatî dengên xwe bidin PDKê. Barzanî weha got:

“Di 20ê Cotmehê de dengên xwe bidin lîsta 190 ya PDKê. PDK di dîroka Kurdistanê de di rêya xelkê xwe de têkoşiyaye, bedel daye. Ciyê PDK lê be, li wê derê aramî, hûzûr, ewlehî û îmar heye. Wê pêşdeçûn Kurdistanê û ronahî dewam bike.”

Nêçîrvan Barzanî got ku PDK kiriye ku karsaz û esnaf dikarin bi rihetî karên xwe bikin û PDK ne partiya ku sozên vala dide û sloganan diqêre. PDK partiya kar û xebatê ye.

Barzanî, ragihand ku bi destek û baweriya xelkê Kurdistanê, deynê xwe yê xwîna şehîdan dide ber çav, xizmeta xwe dewam dike û weha dewam kir:

“PDK, tevî zor û zahmetiyan, ji bo xelkê Kurdistanê gelek tiştan bidest xistiye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan pêdiviya me bi xelkê heye. Ji bo dewama hûzûr û îstîqrarê, ji bo dewama refahê dengê xwe bidin lîsta 190 ya PDKê. Bi îzna Xwedê û bi îrada xelkê Kurdistanê wê PDK û Kurdistan qezenc bike…”