Nêçîrvan Barzanî, bang li dadweran kir: Serxwebûna xwe biparêzin

27 August 2023 18:35 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, bang li dadweran kir: Serxwebûna xwe biparêzin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di beşdariya merasîma mezûnbûna dewreya 4an a Peymangeha Dadwerî de axivî. Barzanî bang li dadweran kir ku serxwebûna xwe her dem biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de bal kişand ser erka ku bi qanûnû di desten dadweran de ye û wiha got:

“Qanûnê, erka azadbûna dadweran daye. Ev erka edalet û hiqûqê ye. Serxwebûna xwe biparêzin. Erka dadweran ew e ku qebûl neke kes an aliyek li ser wan hin tiştan ferz bike û ew jî li hember van helwestan razî nebin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Encûmena Dadwerî rastî hin pirsgirêkan hatiye û got,

“Lê belê em bi biryar in ku çaksaziyan bikin. Divê projeyasaya taybet, li ser dozgerên Herêma Kurdistanê bê amadekirin û di heyama bê ya yasayî de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were pesendkirin. We pîşeyeke dijwar hilbijart. Di vê rêya dijwar de serkeftinê ji we re dixwazim. Hûn welatî, rasterast bi doz û mafên wê re mijûl dibin. Hûn parêzvanê maf û yasayên hemû pêkhateyên civakê ne. Serxwebûna darazê û serweriya yasayan, li welatekî yek ji hîmên bingehîn ên rêveberiyeke rast û serkeftî ye.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li her welatekî dadmendî bingeha hikûmetê û parêzvanê civak û pergala siyasî ye.