PDKê belgeya tomara dengê “Bafil û Qubad Talebanî” yê plana sextekariya hilbijartinê belav kir
PeyamaKurd - Komîteya Bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a berpirsa Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, daxuyaniyek li ser hewlên berpirsên niha yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destwerdana encamên hilbijartinan belav kir.
PDKê îro 8ê Cotmehê bi belge eşkere kir ku li gorî tomara pêwendiya telefonî ya di navbera Bafil Talebanî û birayê wî Qubad de, berpirsên Bexdayê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 30 kursî ji YNKê re “garantî” kirine.
Komîteya Bilind a PDKê got: “Wek hûn dizanin, me weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê, li çend cihan nîgeraniya xwe derbarê proseya lidarxistina hilbijartinan eşkere kiriye. Bêguman nîgeraniyên me li gorî agahiyan bûn, lê wê demê ti belge li ber destê me tunebûn, ta ku piştrast bikin.”
Axaftina Bafil û Qubad a plana sextekariya hilbijartinê hat belavkirin
PDKê tomara pêwendiya telefonî ya di navbera Bafil Talebanî û Qubad Talebanî wek belgeyek belav kir ku rûyê rast ê rêveberiya nû ya YNKê bi taybet kurên Mam Celal nîşan dide û wiha got: “Bafel û Qubad bi rêya guftûgoyekê di navbera wan de, planeke xerab li dijî Kurdistan, demokrasî, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman gotûbêj dikin. Hewl didin sextekariyê bikin û ji bo xwe dîzayn bikin û bi awayekî bêşerm bêrêziyê li şehîdan, malbatên wan ên serbilind, Pêşmergeyên qehreman û dengdêrên ezîz dikin, da ku bi komplo û sextekariyê proseyeke demokratîk weke hilbijartinan, bixapînin û riswa bikin.”
&
‘Wan ti carî ji bo kurdayetiyê ked nedane’
Komîteya Bilind a PDK’ê tevî pêşkêşkirina vê belgeyê ragihand, “Em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê, welatiyên Kurdistanê, partiyên siyasî, çalakvan, çavdêr, raya giştî û civaka navdewletî dike û vê rastiyê ji wan re radigihîne û rastiya ku rûyê rast ê Bafil û Qubadê derdixe holê û eşkere dike. Belê, ev rastiya Bafil û Qubad e, du kesên nû hatine cîhana siyasetê, ti carî ji bo kurdayetiyê ked nedane û hemû têkoşerên di nava partiya xwe de yan sivikayetî pê kirine, yan bêzar kirine û heta radeyekê jî der kirine, ta ku bi rêya plan û bazarên bi dijminên Kurdistanê re kar bikin û navûdengê ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê neşîrîn bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin