Qubad Talabanî bersiva Ankara ya ku gotibû “bi YPGê re perwerda hevpar dikin” da
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser tewana Ankarayê got ku li balafirgeha Erbetê ji bilî Tîmên Têkoşîna li dijî Terorê re, ti hêzekî din tine û gotina Ankara ku got li balafirgehê bi YPGê re perwerde dikin, rast nîne.
Talabanî, bi heyeta ji Yekîtiya Awrûpayê re hevdîtin kir û ragihand ku hêvî dike car din êrîşa ser balafirgeha Erbetê dubare nebe. Qubad Talabanî weha dewam kir:
“Êrîş tiştekî talûkeye û di roja têkoşîna bi terorê ya Kurdistanê de hat kirin. Ev hêza ku hatiye ava kirin, ji roja avakirinê heya niha 20 sale hevkarê koalisyona navdewletî ya têkoşîna li dijî terorê ye û fermiye. Em mazeretên êrîşê bi tundî red dikin û kesên di êrîşê de şehîd ketin û birîndar bûn, temamê wan Pêşmergê qehreman yên Kurdistanê û mensûbên yekîneyên antî terora Kurdistanê bûn. Ji bilî wan li balafirgehê ti hêzekî dinê tinebû.”
Talabanû bang li hukumeta Iraqê, hevkarên wan û Yekîtiya Awrûpayê kir ku desthilata Iraqê biparêzin û nehêlin êrîşên weha dubare bibin.
Roja duşema borî bi balafirên bê ajotvan êrîş biribûn ser balafirgeha bajarê Silêmaniyê ya Erbetê û di êrîşê de 3 Pêşmergên tîmên antî terorê yên YNKê şehîd ketibûn û 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.
Berdevkê artêşa Iraqê tumgeneral Yahya Resul ragihandibû ku êrîş ji terefê dronên Tirkiyê de ku ketine seha Iraqê, hatiye kirin.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî ragihandibû ku di wexta teqînê de grûba antî terorê ya YNKê bi PKK/YPG ê re perwerdê dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin