Amerîka û Îngîltere li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî daxwuyanî dan

09 May 2023 00:17 0 dîtin
Amerîka û Îngîltere li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî daxwuyanî dan

PeyamaKurd – Rêvebirên Amerîkayê û Îngîltere li ser hevdîtinên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî razîbûna xwe ragihandin. Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê û hem ji karên Rojhilata Navîn berpirs Barbara Leaf ragihand ku hevdîtina Barzanî û Talabanî ya li Erbîlê hemleyekî girînge. Leaf, diyalogê weke ‘Hemeleyekî Mezin’ binav kir.

Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski ji bo destpêkirina çareseriya pirsgirêkan ya navbera her dû terefan bi razîbûn ragihand. Romanovski di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Çareseriya di rêya diyalogê de ya herî başe. Dema lîder xwe bidin ser pêdiviyên xelkê, temamê welat jê fêde dibîne. Werin ji vê civîna han girîngtir pêngavan bavêjin.”

Serkonsolosa Hewlêrê yê Îngîltere Rosie Cave jî got ku hevdîtin pêngavekî girînge û weha dewam kir:

“Ez gelek razî me ku serokwezîr û cîgirê wî hatine cem hev. Ev, di rêya diyaloga erênî de, ji bo di mijarên bingehîn de pêşde herin, pêngavekî girînge. Hukumetekî yekgirtî ya Kurdistanê ji bo berjewendiyên temamê mirovaye.”

Li aliyê dinê hukumeta herêma Kurdistanê ragihand ku hevdîtina Qubad Talabanî û Mesrûr Barzanî bi awayekî baş derbas bûye.