Qubad Talabanî: Mixabin yekîtiya me tine

08 March 2023 23:34 0 dîtin
Qubad Talabanî: Mixabin yekîtiya me tine

PeyamaKurd – Seroka pêwendiyên bi Iraqê re ya Parlementoya Awrûpayê Sara Skyttedal û heyeta pê re, seredana cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî kir û ji bo Talabanî dubare kir ku dixwazin raste rast bi Kurdistanê re, di çarçoveya Iraqa federal de têkiliyên xwe xwurt bikin. Heyeta Parlementoya Awrûpa yê got:

“Temamê destkeftiyên zêrîn yên Kurdistanê bi xêra yekîtiya hêzên siyasî bidest ketine.”

Qubad Talabanî jî ragihand ku wext, wexta rêveberiya başe û weha got:

“Mixabin em di Kurdistanê de yek nînin. Ev jî bi pêwendiyên bi Iraqê re destên me qels dike. Herêma Kurdistanê niha di asta dayîna xizmetan û başkirina jiyana xelkê de ye.”

Her dû teref di mijara kirina hilbijartinan ya di wextê de û adilane de bi hevre bûn hemfikir.