Qubad Talabanî: Hevtêgihistin heye, lê em hê ligel Bexdayê negihîstine rêkeftinê
PeyamaKurd - Serokê şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ku danûstandinên li Bexdayê berdewam dike ragihand ku ew hê ligel Bexdayê negihîştine rêkeftinê.
Talabanî got: "Me ligel Bexdayê rêkeftin pêk neaniye, lê hevtêhiştineke baş çêbûye û em bi şikest venagerin."
Qubad Talabanî li ser danûstandinên bo heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û bicihanîna yasaya tijekirina valahiya budceyê ragihand: “Li gor yasayan erk û mafê me heye û ji me hatiye daxwazkirin ku dahata petrolê û ji bilî petrolê, radest bikin û li hember wê jî em li ser para xwe ya di budceyê de gotûbêj dikin.”
Talabanî da zanîn: “Kêşeya navbera Hewlêr û Bexdayê ne tenê mûçe û budçe ye, di heman demê de kêşeyên destûr, yasaya petrol û gazê, Pêşmerge û madeya 140 di navbera her du aliyan de hene û heta niha nehatine çareserkirin.”
Qubad Talebanî bibîr xist, Herêma Kurdistanê ti caran nebûye sedema paşketina beşên din ên Iraqê, berevajî wê Kurd dê kêfxweş bibin ku hemû beşên Iraqê pêş bikevin.
Serokê şanda Herêma Kurdistanê eşkere kir ku niha fişareke mezin a siyasî heye ji bo ku pêşketina Herêma Kurdistanê were rawestandin û ev jî rêgirî li çareserkirina kêşeyan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin