Heyeta PDKê li Bexdayê bi Bafil Talabanî re axifî: Wê heyetekî hevpar bisînin Bexdayê
PeyamaKurd – Heyeta PDKê ya di bin serpereştiya Fazil Mîranî de li Bexdayê bi serokê YNKê Bafil Talabanî re civiya. Mijara hevdîtina wan di çarçova berjewendiyên Kurdistanê de amadekirina reşbeleka qanûna petrol û xazê bû.
Di hevdîtinê de behsa mehaneyên memûrên Herêma Kurdistanê, xebata amadekirina qanûna petrol û xazê ya her dû partiyan PDK û YNKê bi hevre, kirin. Talabanî ragihandiye ku destekê dide wexta hilbijartina parlementoya Kurdistanê û ya endamên meclisên parêzgehan. Heta Talabanî ji heyeta PDKê re gotiye:
“Xwezî em bi hevre biketina hilbijartinên Kerkûkê.”
Her dû partî biryarê dane ji bo hevdîtinên bi lîderên Iraqê re ji bo temamê pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê guftûgo bikin, di wextekî nêz de bi heyetekî hevpar re herin Bexdayê.
Heyeta PDK ê 3 roje ku di bin serpereştiya Fazil Mîranî de li Bexdayê bi lîderên partiyên Iraqê re hevdîtinan dike û dageriyane Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin