Heyeta PDKê li Bexdayê bi lîderên Sî’a re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Heyeta Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexdayê bi Çarçova Koordînasyona Şî’a re civiya. Di civînê de li ser pirsgirêkên di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumetên Iraqê de yên heya niha hene, li ser wan axifîn.
Serokê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, endamên rêvebir Hoşyar Zêbarî, Piştivan Sadiq, Newzad Hadî û Cafer Emînkî di heyeta Kurdistanê de hene û li baregeha Hadî Amîrî civîna xwe kirin.
Li gor ragihandina Koalîsyona El Fetihê; di civînê de serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyn jî di civînê de amade bûn e. Li ser mijara hilbijartina meclisa parêzgehan, li ser bicîhanîna xizmetên hukumetê yên di bernamê de û pêşdeçûnên siyasî yên herî dawiyê, mijarên hevdîtina wan bûn e.
Her dû teref ragihandine ku divê pirsgirêk li gor destûra Iraqê çareser bibin û li gor berjewendiyên welat bin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan, di pêvajoya siyasî de ji bo bingeha îstîqrarê zexm bikin, divê bi zimanê diyalogê bawer bin û hemfikir bûn bingeha wan be.
PDK, ji di dema avakirina hukumetê de ku di nav wan de Sunnî jî hebûn û bi wan re peyman hatibû girêdan, ji ber peyman bicîh naynin, hinek aciziyên PDKê hene. Bi taybetî di dema hevdîtinên budçê de terefê Şî’ayan paxavê bi peymanê nekirine.
Heyet, wê bi serokê Parlementoyê û ku hem serokê Hevkariya Teqeddumê ye wê bi Muhammed Halbûsî re jî hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin