Daxuyaniya Bexdayê ya derbarê biryara PDKê ya Kerkûkê de
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El Avadî got, "Em pêşwaziyê li destpêşxeriya PDKê dikin ku navenda wê li Kerkûkê bexşê Zanîngeha Kerkûkê bike."
Avadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Di dema ku Serokwezîr ev destpêşxeriyê nirxand, lê îradeya hikûmetê ya ji bo parastina ewlekarî, bihevre jiyan û biratiyê li Kerkûk û parêzgehên mayî yên Iraqê bi pabendbûna bi bernameya hikûmetê û pêkanîna serweriya qanûnê dubare kir. "
Civîna Komîteya Navendî ya PDKê bi serpereştiya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hat lidarxistin.
Di daxuyaniya piştî civînê de, PDKê amaje bi biryarên xwe yên derbarê Kerkûkê de kir û got: “Ji bo parastina giyanê yekrêzî û aramiya Kerkûkê û bilind nirxdayîna gelê berxwedêr û têkoşer ê vî bajarî ku li berxwe didin û qurbanî didin. Ji bo armancên xwe yên rewa, di civînê de avahiya kevin a serokatiyê ji xwendekarên bajar û bajarok re hate vekirin. Biryar e weke diyariyek ji bo proseya perwerde, çand û pêşketinê, pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê were kirin. Em spasiya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî dikin, ku biryara veguheztina navenda partiya me li bajêr da."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin