Encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûkê derbarê wê biryara parlemananê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê ragihand, biryara parlemana Iraqê ya hilweşandina encumenên parêzgehan, ku Kerkûkê jî vedigire, li dijî destûrê ye.
Li gorî nûçeya Banewsê Parlementoya Iraqê roja 28 vê mehê biryar da encumenên tevahiya parêzgehên Iraqê, ji bilî yên Herêma Kurdistanê, bên hilweşandin û parlemento bi xwe karên wan encumenan bike, heta hilbijartin bê kirin. Li gorî wê biryarê, encumena parêzgeha Kerkûkê jî tê hilweşandin.
Berdevkê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ednan Kerkûkî got, ew biryar li dijî Destûrê ye ji ber ku li gorî Destûrê ew biryar lazim bû piştî hemwarkirina Destûrê hatiba dayîn.
Kerkûkî her wiha got, ji ber wê jî parlementoya Iraqê nikare encumenên parêzgehan hilweşîne hetanî Destûr neyê hemwarkirin.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku divê dadgeha federal ya Iraqê vê meselê çareser bike û biryar dawî ji aliyê dadgehê ve were dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin